Mesrûr Barzanî Bi Heyeteke Xwendekarên Almanî Û Nemsawî Re Civiya
Di civîneke vekirî de birêz Mesrûr Barzanî bi awayekî Kurt behsa rewşa Kurdistan, Îraq û guhertinên heyî yên li Deverê de kir û balkêşande ser rola aştîxwazane ya Kurd a di nava wan guhertinan de.
Di berdewamiya axaftinên xwe de Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî birêz Mesrûr Barzanî çanda lêbûrînê ya Gelê Kurd jî weke nimûne behs kir û ev yek bi bîr anî ku, her çend di nava Dîrokê de gelek zilim li Gelê Kurd hatiye kirin lê Gelê Kurd bi ti awayî hizir li ser tundûtîjî nekiriye û hertim helwesteke lêbûrînê raber kiriye.
Birêz Mesrûr Barzanî di derbarê rewşa ewlekarî ya Kurdistanê de jî got: Jibilî ev rola ku, dezgehên ewlekarî bo sepandina rewşeke baş ya ewlekarî a li Kurdistanê de dilîzin lê hevkarî û hemahendiya xelkê Kurdistanê yek ji wan fakterên sereke yên rewşa baş ya Kurdistanê ye û di nava çanda Gelê Kurd de ti derfeteke bo hizirên tundrev û terorîstî tuneye, bi vê wateyê ku, daxwaza tevahiya pêkhateyên Kurdistanê bihevre jiyan û aştî bûye lewre em jî parastina vê çanda bilind ya mirov dost dikin.
Di derbarê bûyer û guhertinên heyî yên li Deverê de jî birêz Mesrûr Barzanî diyar kir ku, em piştgîriya daxwazên reva yên Gelan û herwiha zal kirina demokrasî û aştî li Deverê de dikin.
Hêjayê gotinêye ev heyeta Xwendekarên Zanîngehên Alman û Nemsayê ev çend roje bi mebesta şopandina rewşa Kurdsitanê li gel rewşa Deverê de serdana Kurdistanê kirine û beriya çend rojan jî bi Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî re civiya bûn.
Kurdistantv