Li Qamişloyê komkujiya Helebê hat şermezarkirin
Li bajarê Qamişlo, piştî meşa nimeja Înê bi 10 hezaran kes li hev kom bûn û komkujiya taxa Şêx Meqsûd a Helepê ku ji aliyê Rejîma Esad ve pêk hat şermezar kirin. Di meşê de girsê pankarta “Em nabin leşkerê Rejim Sûrşyê" vekir û meş pêk anî. Piştî ku rejîma Esad li bajarê Helêbê komkujî pêk anî û 21 welatiyên kurd hatin qetilkirin. Girsê di meşê de dirûşmeya "Hewce be dê her kes li dijî rejîmê rahêle çekan" berz kirin. Bi 10 hezaran kesên bi al û rengê xwe derketin kolanan, di kolana Amudê re ber bi mizgefat Qasimo kom bûn. Bi 10 hezaran kesên ku li hev kom bûn li ber mizgeftê govend gerandin û stran gotin. Piştî stran û govendê bi hezaran kes ketin rê û meşiyan.
Rudaw