Li Silêmaniyê, di 4 mehan de 14 karker mirin
Osman Hemesaîd ji AKnewsê re ragihand ku ew 14 karker li parêzgeha Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dane û dosyaya hejmarek ji wan li dadgehê ye û hin ji wan xwediyê kar digel malbatên wan li hev kirine.
Hemesaîd bal kişand ku nebûna mercên selametiyê di cihê kar de sedema serekî ya mirina karkerane.
Hemesaîd ronî kir ku ji ber guhnedana xwediyê kar, pêdiviyên ji bo selametiya pîşeyî wek amûrên xweparastinê bo karkeran nayên peydakirin.
AKnews