Bazirganekî Kuwêtî 20 milyon dolaran dide werîsê darvekirina Sedam
Rojnameya El-Beyan a îmaratî belav kir ku wî bazirganî bi riya wan kesan amadebûna xwe nîşan daye 20 milyon dolaran bide, ji bo kirîn û hilgirtina wî werîsî li ba xwe. Tê gotin jî ku ew werîsê ku Sedam pê hat îdamkirin vêga li ba Muqteda Sedr e. Tê pêşbînîkirin ew karsaz neçar be ji bo kirîna werîs danûstandinê li gel Sedr bike, ku xwediyê hêzeke mezin e li Iraqê.
Berê jî bazirganekî din ê kuwêtî çend parçeyên peykerê Sedam Husên kirîn ku hêzên Emerîka li meydana Fîrdews li Bexdayê têk birin, gava di 9ê nîsana 2003an de wan hêzan Bexda girt.
Kirîna parçeyên peykerê Sedam bi riya çend emerîkiyan bû ku kiryar niha serê wî peykerî li odeya xwe ya mêvanan daniye û bi sedan kuwêtî ji bo dîtina wî peykerî diçin mala wî.
Rudaw