• Saturday, 18 May 2024
logo

Firokeyên Cengê Yên Turkiye Devera Amêdiyê Bombebaran Dikin

Gulan Media February 4, 2012 Nûçe
Firokeyên Cengê Yên Turkiye Devera Amêdiyê Bombebaran Dikin
Duh careke din bihtirî 10 gundan ji aliyê firokeyên cengê yên Turkiye ve bi dijwarî tên bombebaran kirin.

Her weke daniştvanên bajarokê Amêdiyê ragdighînin, li demjimêra sê û nîva piştî nîrov firokeyên cengê yên Turkiye bihtirî 10 gundan li devera Nêrewe, Rêkan û Nihêlê li dewrûberê bajarokê Amêdiyê bombebaran kir, di heman demê de topxanyên artêşa Tûrkiye ev herêmê da ber topbaranê, kû bû sedema metirsiyeke mezin li ser rûniştinvanên wê herêmê.

Mehmûd Taha kû hemwelatiyekî xelkê gundê şaredêya Dêrelûkêye kû girêdayî bajarokê Amêdiyê ye, piştî topbaranê bo ajansa Peyamner ragihand: Çendîn firokeyên Tûrkiye esîmanê amêdiyê derbas kirin û piştî demeke kin gundên devera Nihêlanê topbaran kirin, piştî wê dûmanekî zor ji cihê bomberanê bilind bû, tirseke mezin kete dilê hemwelatiyan de.

Weha jî got kû, ziyaneke madî gihandiye hemwelatiyên navçeyê û taybet jî ziyan gihandiye bax û zeviyên gundiyan.

Ji aliyekî din ve, bêjedarê berpirs ji pasewanên sînorê li parêzgeha Duhokê nûçeya topbaranê piştrast kir, û got: Îro piştî nîro çendîn gundên cûda cûda li dewrûberê bajarokê Amêdiyê ji aliyê firokeyên cengê yên artêşa Tûrkiya ve hatin bombebaran kirin û heta dû demjimêran ev topbaran her berdewam bû.

Weha jî got: hîç ziyaneke canî çênebûye çûnkî ew gundane berî niha ji tirsa topbaranê hatibûn valekirin.

Eve nêzîkî 20 roje kû gundên devera Amêdiyê ne hatibûn topbaran kirin, lê îro careke din êrîşên firokeyên Turkiye hatine destpêkirin û ev bûye hokarê kû 118 gund li wê deverê bêne valekirin.
Top