• Friday, 17 May 2024
logo

Necîb: Eger têbîniyên me neyên berçavgirtin em deng nadine budceyê

Gulan Media February 2, 2012 Nûçe
Necîb: Eger têbîniyên me neyên berçavgirtin em deng nadine budceyê
Endameke Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê deng li ser projeyasaya budceya sala 2012an a Iraqê nade eger têbîniyên wan neyên berçavgirtin.

Necîbe Necîb ku Parlamentera Hevpeymaniya Kurdistanê ye, ji AKnewsê re ragihand, “Têbîniyên me li ser projeyasaya budceyê hene û heta rêkeftineke siyasî derbarê têbîniyên me pêk neyê, em deng nadin budceyê.”

Necîb amaje kir ku têbîniyên Hevpeymaniya Kurdistanê pêk hatine ji peydakirina budceya pêşmerge, zêdekirina budceya benda 140 a destûr û hilweşandina benda ku desthilatê dide Wezîrê Darayî yê Iraqê daku budceya herêmên ku pêgirê henardekirina rêjeya pêdivî ya petrolê nabin qut bike.

Budceya îsal a Iraqê nêzîkî 100 milyar dolarê amerîkî ye û para Herêma Kurdistanê ji wê budceyê 17% ye.

AKnews
Top