Budceya Iraqê hîn nehatiye yekalîkirin
Parlamenterê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê Saîd Resûl ji AKnewsê re ragihand, “Em wek kurd, gelek têbîniyên me li ser budceya giştî hene wek budceya pêşmerge, xerciyên serwerî, benda 140ê û petrolê.”
Resûl ronî kir ku ew têbîniyên parlamenterên kurd digel têbîniyên parlamenterên Lîsteya Iraqiye bo Komîteya Darayî hatine şandin.
Resûl got jî, “Têbîniyên me pir in û eger di nav projeyasaya budceyê de cihê xwe negirin, em deng nadine budceyê.”
AKnews