Li Amedê di şewatê de ji heman malê 6 kes mirin
Li gor rojnameya Posta ya Tirkiyê; Waliyê Amedê Mustefa Toprak diyar kir ku mal ya cerdevanê bi navê Mehmet Hanifî Yilmaz e û agir di saet 05.15’an de derketiye.
Waliyê Amedê diyar kir ku sobeya komirê bi benzînê hatiye pêxistin û ji ber vê sedemê jî ji heman malbatê 4 jê zarok û bi giştî 6 kesan jiyana xwe ji dest dane. Yek ji wan 5 salî û yek jî 16 salî, du zarok jî birîndar bûne.
Ji birîndaran rewşa zarokê 5 salî girane. Birîndar jî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Dîcle.
Rudaw