Kerkûkî: Destûr venagere parlamentoyê
Kemal Kerkûkî, îro, di kongireke rojnamegeriyê de li avahiya parlamentoyê li Hewlêrê ragihand:
“Projeya destûrê Herêma Kurdistanê rêyên xwe yên yasayî derbas kirine û di heyama 7 salan de hatiye amadekirin û di dema xwe de, ji koma 98 parlamenteran, 97 parlamenteran deng li ser dan.”
Kerkûkî got jî, “Niha, yasa rê nade me ku em destûr vegerîne parlamentoyê, lewra dê refrandom li ser çê bibe.”
Kongira rojnamgerî heta niha berdewame û AKnewsê dê piştre kitekitên wê belav bike.
AKnews