Li Mûsilê êriş: 2 karmendên hikûmî hatin terorkirin
Derbarê wê mijarê de, wê jêderê ji PUKmedia`yê re ragihand ku di encama êrişeke terorîstî de, karmendekî parastina avahiyên hikûmî jiyana xwe ji dest daye.
Li aliyekî din jî, hate zanîn ku li nav bajarê Mûsilê jî, karmendekî şaredariyê li ber mala wî ji aliyê komeke terorîst ve hatiye terorkirin.