• Saturday, 18 May 2024
logo

Mesrûr Barzanî Pêşwaziya Heyeteke Wezareta Derve Ya Berîtanyayê Kir

Gulan Media January 30, 2012 Nûçe
Mesrûr Barzanî Pêşwaziya Heyeteke Wezareta Derve Ya Berîtanyayê Kir
Duh li Selahedînê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke Wezareta Derve ya Berîtanyayê bi Serokatiya Berpirsa dosyeya opoziyona Sûriyeyê ya Wezareta Derve Xatû Fransis Gaia kir.

Di hevdîtineke de ku, Konsulusê Berîtanyayê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû, birêz Mesrûr Barzanî ji bilî bixêr hatin kirina heyeta mêwan hevdem hêvî xwest ku, hevdîtinên heyî yên di navbera her dû aliyan de dom bikin daku, bikarêbin baştir di warê kêşe û aloziyên Rojhilata Navîn de ji hev fêm bikin.

Her di vê hevdîtina han de her dû alî rewş û aloziyên heyî yên li Sûriyeyê jî nirxandin û tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste Hikûmet û opoziyona Sûriyeyê xwe ji kar û kiryarên tundûtîjî li dijî hev dûr bixin û bi awayekî cidî hewl bidin daku, diyalog û danûstandineke nîştimanî bikin pîşeya xwe bo çareser kirina kêşeyên heyî û bi bê rengî reform û guhertinên sereke di nava pergala Sûriyeyê de bikin û bi beşdariya tevahiya pêkhateyan welat ber bi paşerojeke baştir ve bibin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de heyeta mêwan hewldanên Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bo kom kirina aliyên Kurdî yên li Sûriyeyê û lidar xistina kongreyeke birfire bo wan bi hewldanên girîng û erênî wesif kir û diyar kir ku, merca sereke ya Serok Barzanî bo piştgîrî kirina Kurdên Sûriyeyê merceke girîng û serekeye û ev yek jî nîşaneya rola girîng a Serok Barzaniye.

Di dirêjahiya vê civîna han de her dû alî helwesta welatên Cîran û Cîhanê ya di derbarê rewşa Sûriyeyê de jî nirxandin û tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste welatên Cîhanê bo dawî anîn bi rewşa aloz ya Sûriyeyê helwesteke rûn û eşkere raber bike.

Di dawiya vê hevdîtina han de heyeta mêwan kêfxweşiya xwe jî li hember vê serdana han diyar kir û serdana han jî bi girîng û erênî û pêwîste wesif kir û Konsulusê Berîtanyayê yê li Hewlêrê jî spasiyên xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir ku, kariye bi awayekî serkeftî erk û karên xwe cîhbicîh bike û hêviya serkeftin û pêşde çûnê baştir jî ji birêz Mesrûr Barzanî re xwest.
Top