• Saturday, 18 May 2024
logo

Lîsteya Iraqiye baykota xwe ya li ser parlamentoyê bi dawî anî

Gulan Media January 30, 2012 Nûçe
Lîsteya Iraqiye baykota xwe ya li ser parlamentoyê bi dawî anî
Lîsteya Iraqiye ya Iraqê, ragihand, dê baykota civînên parlamentoyê bi dawî bîne, lê dê li ser baykotkirina civînên civata wezîran rijd be.

Piştî meh û nîvekî, lîsteya Iraqiye dest ji baykotkirina parlamentoyê anî, lê rijdbûna xwe li ser baykotkirina civînên civata wezîran ragihand.

Endamê lîsteya Iraqiye, Mezher Xizir, ji AKnewsê re got, lîsteya Iraqiye dê ji îro pêde beşdarî civînên parlamentoyê bibe lê li ser baykotkirina hikûmetê rijd be.

Xizir, diyar kir, di civîna rayedarên lîsteyê de, herkesî deng da ku baykota parlamentoyê bi dawî bibe, lê beşdarî di civînên civata wezîran de, girêdayî helwesta aliyên siyasî yên Iraqê li ser rewşa welêt e.

Lîsteya Iraqiye, wek nerazîbûna li hember siyaseta hikûmeta Iraqê li hember xweseriya parêzgehên Selahedîn û Diyale yên Iraqê, civînên parlamento û civata wezîran baykot kiribû.
Top