• Friday, 17 May 2024
logo

Carek din Nuneratîya Herêma kurdistanê li Rûsya Fedral bi fermî hat vekirin

Gulan Media January 29, 2012 Nûçe
Carek din Nuneratîya Herêma kurdistanê li Rûsya Fedral bi fermî hat vekirin
Di çarçoveya bizavên Hikumeta Herêma Kurdistanê û pişgirêdan bi şîretên birêz Mesûd Barzanî serokê herêma kurdistanê , ku berdewam tekez li ser avakirina peywendî ya digel welatên bîyanî li ser bingeha berjewendî ya hevbeş dike û ser jinu avakina pêkhateya nuneratî û dîyar kirina erk û karê wa, Carek din Nuneratîya Herêma kurdistanê li Rûsya Fedral bi fermî hat vekirin.

Sebaret vê mijarê Felah Mistefa berpirsê peywendîyên derveyên Hikumeta Herêma Kurdistanê di daxûyanîyeke taybet de jibo (KRG) ragihand: ji berdawamîya wê sîyaseta vebunê li hember Cîhanê û avakirina pirê hevbendîyên dostatî li ser nigeha berjewendî ya hevpişk, Hikumeta Herêma Kurdistanê careke din nuneratî ya xwe li welatê Rûsya Fedraê vekir.

berpirsê peywendîyên derveyên Hikumeta Herêma Kurdistanê got: serokatî ya Civata Wezîra bi fermana hejmar (1081) di roja 25- 1- 2012 de û bi îmza Dr. Berhem Salih serokê Hikumeta Herêma kurdistanê , biryar wergirtî ye ku birêz Dr. Aso Cengî Bûrhan wek nunerê Hikumeta Herêmê li welatî Rûsya Fedral li ser mîlaka Fermengiha Peywendî yên derve bê dîyar kirin.

Li dirêjahî ya daxûyanî ya xwe Mistefa pîrozbahî yên gerim li Dr. Aso Cengî Bûrhan kirin û hîvî xwestin ku di asta wê baweryê da be yak u Hikumeta Herêma Kurdistanê bi wî daye ,ew jî kar kirn jibo xûrtkirina peywendî ya digel welatê Rûsya Fedral û gihandina peyama Hikumeta Herêma Kurdistanê bi gel û Hikumeta Rûsya û bêtir xizmet kirina revenda kurdistanê li wî welatî.

Herweha Felah Mistefa pesna kar û rola birêz Dr. Xweşevî Mela Îbrahîm kir ku wek nunerê Hikumeta Herêma Kurdistanê bo deme çend sala li welatê Rûsya Fedral kir û karî bi awayekî serketî erk û karê xwe cîb cî bike û peywendî yên herdu alîya bêtir bihêz bike,û li ser navê fermangiha peywendî yên derve jî spasya wî kir û hîvî serketênê jî di kar û erka wî ya nu de jibo xwest.
Top