Karbidestên Amerîkî û Îsraîlî li Ser Îranê Danustanê Diken
Serokê Stûnên Hevbeşê Leşkerê Amerîka, Ceneral Martin Dempsey, li gel Serokwezîrê Îsraîl Benyamîn Netanyahu û Serokê welatî Şîmon Pêrês û Wezîrê Berevaniyê Ehud Barak û Komandarê Leşkerî Benny Ganz kom bû.
Pêzanînên gelek kêm li ser wan civînan belav bûne, lê ragehandina Îsraîl raport da ku dihat çaverê kirin karbidestên Amerîkî daxwazê ji Îsraîl biken çi êrîşek leşkerî ya berî wextê û ji nişkave neke ser Îranê. Îsraîl hêş ew bijare ku egera wê hebe veder nekirîye.
Hejî goyinê ye, Amerîka li cihê êrîşek leşkerî ya ji wî awayî, pêtir dixaze sizayên tundtir li dijî Îranê birêve bibe.
Dengê Emrîka