• Saturday, 18 May 2024
logo

Şandeke parlamentoya Kurdistanê serdana Qilabanê dike

Gulan Media January 22, 2012 Nûçe
Şandeke parlamentoya Kurdistanê serdana Qilabanê dike
Parlamenterê Kurdistanê, Ehmed Wertî, diyar kir, şandeke parlamentoya Kurdistanê dê îro serdana bajarê Şirnexê yê Kurdistana Tirkiyê bike û sersaxiyê bide malbatên mexdûr ên komkujiya gundê Roboskî.

Ehmed Wertî, got, piştî ku hemû fraksyonên parlamentoyê daxwaza serdana malbatên mexdûr ên bûyera Şirnexê kirin, serokatiya parlamentoya Kurdistanê jî qebûl kir ku şandeke parlamenteran sibê serdana devera Şirnexê bikin.

Wertî, diyar kir, di vê serdanê de, dê digel malbatên qurbaniyên bûyerê yên demekî beriya niha ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatibûn kuştin, bicivin û hevxemiya parlamento û xelkê Herêma Kurdistanê ji wan re parve bikin.

Şeva 28ê Kanûna 2011ê, di encama êrişa balafirên Tirkiyê de, 34 gundiyên Roboskî yê Qilabana Şirnexê hatibûn kuştin.

Hikûmeta Tirkiyê jî, ev yek wek “şaştiyeke operasyonê” dabû xuyakirin.

AKnews
Top