• Saturday, 18 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Harry van Bommel Endamê Parlemena Holanda kir

Gulan Media January 17, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Harry van Bommel Endamê Parlemena Holanda kir
Îro sêşem 17/01/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Harry van Bommel Endamê Parlemena Holanda û Berpirsê Lîjneya Karubarê Derveyê Parlemen û Berpirsê Pêwendiyên Derveyê Partiya Sosyalîsta Holandî kir.

Li hevdîtinê de, birêz Harry van Bommel armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê destnîşankir ku karkirina zêdetire ji bo wê yekê ku welatên cîhanê komkujiya Enfal û Kîmyabarana Helebçe wekî tawana dijî bi mirovayetî û jenosayd bê naskirin û kar ji bo bilindkirina asta nûnerayetiya Holanda li Herêma Kurdistanê ji bo Konsolgeriya bingehîn û handana kompanyayên Holanda bo ku karê veberhênanê li Herêmê da bikin.

Serok Barzanî ji bo wan hewlên ku bi navê wê armancê dide spasiya birêz Harry van Bommel kir û piştgîriya xwe jî ji bo serxistina kar û çalakiyên wî dûpatkir.

Her li vê hevdîtinê de, pêşketinên dawî ya ser grupên siyasiya Iraqê û tengasiya vê dawiyê ya ku dûçarî bûye danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî jî dûpatkir ku çareseriya vê tengasiyê jî bi pabend bûna destûra bingehîn û hevbendiya rasteqîne ve dibê.
Top