William Burns îro tê Hewlêrê
Çavkaniyekê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin daxuyand ku Burns dê îro bigihe Hewlêrê, piştî ku bi serdaneke fermî gihişte Iraqê.
Çavkaniyê ronî kir ku Burns dê digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Berhem Salih û berpirsên din ên herêmê bicive.
Duhî, şandeke bilind a DYAyê bi serokatiya William Burns digel her yek ji Serokomarê Iraqê Celal Talebanî û Serokwezîr Nûrî Malikî civiya û rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.
Şanda digel Burns pêk hatiye ji Fermandarê Serkirdatiya Navîn James Mathis û Balyozê DYAyê li Iraqê James Jeffrey.
AKnews