• Thursday, 02 May 2024
logo

Turk: Bi kuştin û bombegirina zarokan biratî çêname

Gulan Media January 2, 2012 Nûçe
Turk: Bi kuştin û bombegirina zarokan biratî çêname
Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, diyar kir ku bûyara li Roboskiyê komkujî ye û wiha got: "Dewletê di sala 1938'an de li Dêrsimê komkujî pêk anî. Niha jî li gundê Roboskiyê komkujî pêk anîn. Feratesa dewletê ya li hemberî kurdan nehatiye guhertin. Serokwezîr Erdogan dibêje sala 2012'an dê bibe sala biratiyê. Bi kuştin û komkujiyê dê çawa biratî û aştî pêk bê. Gelê kurd tu carî ji evîna azadiyê venagere.”

Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk, têkildarî komkujiya Roboskî û înfazkirina 2 gêrîllayên HPG'ê li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik jî amade bun. Turk, di civînê de diyar kir ku salek bi polîtîkayên ji çareseriyê dûr û tije êş li pey xwe hiştin. Turk, da zanîn ku di vê salê de polîtîkayên kuştin, girtin û înkarê pêş ketin û wiha got: "Ger em vê pêvajoyê baş nebînin û nexwînin, dê sala pêş bi êş û felaketên hîn mezintir derbas bikin.”

'Komkujî ye'

Turk, bal kişand ser komkujiya li gundê Roboskî yê navçeya Qilebana Şirnexê ku 35 ciwanên ku piraniya wan zarok bûn ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin û wiha axivî: "Divê em navê komkujiyê li vê bûyerê bikin. Ji ber ku tam li gorî pênasa komkujiyê ye. Balafirên şer ên tirk bi çekên kimyewî û bombeyan welatiyên sivîl û guneh bombe kirine. Ger ku ev hovîtî bi vî rengî bidome, dê aştî û biratî bê ji bîrkirin. Dê talûyeke mezin pêş bikeve. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî pêvajoyek ku baweriyê dide pêş bikeve."

'Dixwazin gelê kurd çavtirsandî bikin'

Turk, bal kişand ser kuştina 2 gêrîllayên HPG'ê jî û wiha axivî: "Divê komkujiya li gundê Roboskiyê û înfazkirina 2 gêrîllayên HPG'ê ji hev cuda neyê fikrandin. Dema em li tabloyê dinêrin gelê kurd bi tevahî hedef hatiye girtin. Li dijî gelê kurd komkujiyek hatiye dest pê kirin. Di sala 1938'an de dewletê li Dêrsimê komkujî pêk anî. Niha jî bi heman ferasetê li Roboskiyê komkujî pêk anî. Feraseta kuştin înkar û îmhayê nehatiye guhertin. Divê êdî hikûmet baş zanibe ku gel dixwaze xwe bi xwe bi rêve bibe û mafê azadiya wî bê dayîn."

'Serokwezîr kijan biratî?'

Turk, bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîr Erdogan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serokwezîr Erdogan di peyama sala nû de dibêje "Dê sala 2012'an bibe sala biratiyê" Divê em ji Serokwezîr bipirsin dewlet bi bombekirin û kuştinê dê çawa biratiyê pêk bîne. Dê bi kuştin û parçekirinê çawa aştiyê pêk bîne. Îro 5 hezar mirov ji ber fikir û ramana xwe hatine girtin. Ji ber siyaseta demokratîk meşandine hatine girtin. Divê Erdogan gelê kurd bi her alî qebûl bike. Divê dest ji feraseta xwe ya berê berde. Ger ku bi rastî biratiyê û aştiyê dixwaze, divê berî her tiştî hemû daxwazên gelê kurd, heq û hiqûqa wan nas bike. Di salên 1990'an de gelek êş pêk hatin. Niha heman êş dîsa tên duraberikirin. Em naxwazin ev êşên berê dubare bibin. Gelê kurd ti carî ji daxwazên xwe yên azadî, nasname, çand, ziman û demokrasiyê gavan bi paşve navêje. Gelê kurd ji bo van daxwazên xwe yên azadiyê de bedelên mezin dane û dê her tim di daxwazên xwe yên azadiyê de israr bike.

'Medya erka xwe ya mirovahiyê bi cih nanî'

Turk, helwesta Çapameniyê jî rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "12 saet di ser bûyerê re derbas bû, lê deng ji çapemeniyê derneket. 35 mirovên ciwan hatin qetilkirin. Çapemeniyê peyvira xwe ya hiqûqî û mirovahiyê bi cih nanî.”

Turk daxuyaniya Bulent Arinç a "Dê mafê gelê kurd ê nasname û çandê bêdayîn" jî rexne kir û anî ziman ku gel gavên pratîk û berbiçav dixwaze.
Top