Parlementerên Îranê ên Kurd komkujiya Roboskiyê şermezar kirin
Serokê Fraksyona Parlementerên Kurd ên li Meclîsa Îranê Îqbal Mihemedî komkujiya gundê Roboskiyê şermezar kir. Li gorî ajansa Mehr ya Îranê, Îqbal Mihemedî bi navê parlementerên Kurd ên di Meclîsa Îranê de komkujiya gundê Roboskiyê ku bi destê dewleta Tirkiyê pêk hatî şermezar kir û got ku, divê Tirkiyê berpirsên vê bûyerê ceza bike.
Her wiha da diyar kirin ku, ew ê piştî çend rojên din nameyekê ji Hikûmeta Tirkiyê re bişînin û ji wan bixwazin ku hesabê komkujiyê were xwestin. Her wiha Îqbal Mihemedî hişyarî da Tirkiyê ku nebêje ev komkujî bi şaşîtî çêbûye, ji ber ku wê ziyanê bibîne.
Avestakurd