• Thursday, 02 May 2024
logo

Rapirsî: Hikûmetê zêde guh nedaye parastina sînorên herêmê

Gulan Media January 2, 2012 Nûçe
Rapirsî: Hikûmetê zêde guh nedaye parastina sînorên herêmê
Li gorî rapirsiya navenda “Lawî Kurd” li bara karnameya hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2011ê de, hikûmetê nekariyê sînorên derve yên herêmê biparêze û her wiha pêşiya bihabûna nirxa tiştan bigire.

Encamên rapirsiya (anket) navenda “Lawî Kurd” li bara karnameya hikûmeta herêmê di sala 2011ê de, duh ji aliyê serokê navenda han, Helgord Saleyî li Hewlêrê hat aşkerekirin.

Li gorî encamên rapirsiyê, ku di heyama 3 mehan de ji 1500 welatî hatiye pirsîn, yek ji karên baş ên hikûmetê di sala 2011ê de, pêşxistina projeya geşedana mirovî (tuwanasazî) û çêkirina avahî û xanî bo welatiyan bûye, lê wek pêwstî, sînorê derve yê herêmê neparastiye û di kontrolkirina nirxên tiştan û geşedana tenduristiyê de zêde serkeftî nebûye.

Her wiha, li gorî encamên rapirsiyê, karê herî baş ê hikûmetê, pêşxistina projeya geşdana mirovî, dayîna deynên biçûk, îstixdamkirin, avakirina gundan û pêşxistina têkiliyên dîplomatîk digel welatên din bûye.

Saziya Lawî Kurd, saziyeke sivîl e û sala 2009ê li bajarê Hewlêrê hatiye avakirin û heta niha 50 rapirsî li dar xistiye.

AKnews
Top