• Thursday, 02 May 2024
logo

Polîsên Tirk 2 ciwanên Kurd li Diyarbekirê kuştin!

Gulan Media January 1, 2012 Nûçe
Polîsên Tirk 2 ciwanên Kurd li Diyarbekirê kuştin!
Polîsên Tirk li bajarê Diyarbekirê (Kayapinar) 2 ciwanên Kurd kuştin.

Li gorî ANF'ê, polîsên Tirk êrîş birin ser avahiyeke li bajarê Diyarbekirê (Kayapinarê) û li nava kolanê 2 ciwan kuştin. Êrîşa li ber destê sibehê ji aliyê polîsan ve pêk hatî, li gorî kesên dîtin, her 2 ciwanên hatîn kuştin bi cilên sivîl bûn.

Hate gotin ku wê BDP'ê, ÎHD'ê li cihê bûyerê lêkolînê bike. Lê ji aliyekî din ve çapemeniya Tirkiyê îdîa dike ku 2 gêrîlayên PKK'ê hatine kuştin û dide diyar kirin ku her du gêrîla xwe ji êrîşan re amade kiribûn û di encama pevçûnê de hatine kuştin.

Avestakurd
Top