IPI: Tirkiye dijminê azadiya çapemeniyê ye
Komeleya Enstîtuya Çapemeniyê û Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî-IPI, derbarê azadiya çapemeniyê ya sala 2011'an de raporek amade kir. IPI, têkildarî raporê daxuyaniyek nivîskî da û anî ziman ku Tirkiye dijminê azadiya çapemeniyê ye. IPI di sala 1950'an de hate avakirin û li 120 welatan endamên wan hene, rapora 10 welatên ku karneya wan herî xerab amade kir. IPI, rapora bi ser navê "Dostên rojava û dijminên azadiya çapemeniyê" amade kir. IPI, di raporê de diyar kir ku Azerbaycan, Etîyopya, Erebîstana Siûdî, Ozbekîstan, Turkmenîstan, Kazakîstan, Afganîstan, Pakîstan, Macaristanê û Tirkiye jî di nava welatên ku karneyên wan nebaş e de cih digire. IPI, da zanîn ku Tirkiye di nava welatên Ewropayê de welatê li hemberî azadiya çapemeniyê herî xerab e.
Di dawiya raporê de wiha hate gotin: "Li gorî Platforma Azadiya Rojnamegeran ku 94 cemiyet û sendîkayên rojnamegeran di nav de cih digire, heta meha kanûnê 64 rojnameger girtî bûn. Hefteya borî dîsa 29 rojnamegerên kurd hatin girtin. Hikûmeta AKP'ê terorîzme bikar tîne û dixwaze serdestiya xwe biparêze."
Rudaw