• Thursday, 02 May 2024
logo

Civata Wezîran dilgiraniya xwe li hemberî bûyera Şirnexê nîşan da

Gulan Media December 31, 2011 Nûçe
Civata Wezîran dilgiraniya xwe li hemberî bûyera Şirnexê nîşan da
Serokatiya Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê derbarê bûyera Şirnexê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de daxwaza wê yekê tê kirin ku pirsgirêk û nakokî bi rêya aştî û diyalogê bên çareserkirin.

Ev jî teksta daxuyaniya Civata Wezîran e:

Ji ber sedema bombebaran balefirên şer ên Tirkiyê hêjmarek welatiyên sivî li ser sînorê parêzgeha Şirnexê bûn qurbanî. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser nîşandana dilgiraniya xwe ya beramberî vê karesata diltezîn, daxwaz dike ku pirsgirêk û nakokî bi rêya aştî, diyalog û ji hev têgihiştinê bên çareserkirin. Ji bo êdî xwîna welatiyên sivîl neyê rijandin û li navçeyê aştiyek peyda bibe.

Ji ber vê sedemê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tazî û sersaxiyê pêşkêşî xizim û malbatên qurbaniyên karesata diltezîn dike.

Serokatiya Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê

30.12.2011
Top