104 malên hazir ji Herêma Kurdistanê gihîşt Wanê
Kerwanê alîkariya komela xêrxwazî ya Barzanî ya Herêma Kurdistanê, pêr gihîşte Wanê û 104 malên hazir wek alîkarî bo mexdûrên erdhejê hatin şandin.
Li ser konteynirên ji Herêma Kurdistanê hatibûn şandin, wêneyên Mele Mistefa Barzanî û pankartên bi kurdî û erebî hatibûn nivîsandin. Konteynir li “Barzanî Kent” (Bajarê Barzanî) û “Mimar Sinan Kent” hatin bicîkirin.
Nûnerê komela xêrxwazî ya Barzanî, Tahir Ehmed, diyar kir, gelê Wanê birayên xwe dibînin û alîkarî jî di vê çarçoveyê de hatine şandin.
Parêzgeha Kekûkê jî, çend rojên borî, 50 malên hazir bo mexdûrên erdheja Wanê şandibû.
AKnews