• Thursday, 02 May 2024
logo

Cenazeyê 36 welatiyên sivîl ji aliyê 30 hezar kesî ve hatin veşartin

Gulan Media December 31, 2011 Nûçe
Cenazeyê 36 welatiyên sivîl ji aliyê 30 hezar kesî ve hatin veşartin
Cenazeyên 35 welatiyên sivîl ên berî du rojan li gundê Roboskê yê Navçeya Qilabana Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin li gundê Bêjehê ji aliyê zêdeyî 30 hezar welatî ve bi dirûşmeyên "Dê qatil hesab bidin" hatin definkirin. Di merasima cenaze de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk axivî û got: "Ger ku ev ne komkujî be çiye? Em dê hesabê vê yekê bipirsin" Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş jî medya tirk rexne kir û wiha got: "Medya tirk bi hêzek mezin ev bûyer veşart û ser wê nuxamt. Ger ku em di êşek bi vî rengî de nebin yek, wê demê ji niha de cudakariyê dest pê kiriye."

Di şeva 28'ê kanûnê de 4 balafirên şer ên F-16 ên tirk li sînorê gundê Roboskî bombe barandin û di êrîşa bombeyî de 35 welatiyên sivîl bi awayekî xedar hatin perçekirin û qetilkirin. Piştî otopsiya cenazeyan hate kirin, bi hezaran maşîne konvoyek çêkir û cenaze bi girseyeke gelek mezin birin Gundê Bêjehê. Piştî cenaze bi karwanekî mezin gihişt Gundê Bêjehê darbesên 35 cenazeyan bi alên kesk, sor û zer hatin pêçan. Zêdeyî 30 hezar welatî beşdarî merasima cenazeyan bûn û hêrsa xwe ya li hemberî komkujiyê anîn ziman. Di merasima definkirinê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û kesên jiyana xwe ji dest dane hatin rakirin. Bi 10 hezaran kes bi qasî kîlometreyekê meşiyan û heta goristanê cenaze li ser milê xwe kirin. Girsê di meşê de bê navber dirûşmên "Dewleta qatil dê hesab bipirse", "PKK tolhildan" û di lehê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diruşme berz kirin. Di merasîmê de zimêr hatin bilind kirin û li ser goran lorîkan erd û erş qelişandin. Malbatan heta ser goristanê cenaze bi tenê nehiştin û heta ser goristanê li cem cenazeyan bûn.

Ji ber ku cenazeyê Aslan Encu yê 15 salî perçe perçe bûbû tevlî torbe hate definkirin. Welatiyekî got ev hotîvî ye. Tu carî nayê qebûl kirin û hêrsa xwe anî ziman. Jinan jî destê cenazeyan yek bi yek hine kir û şandin.

Di merasîma cenaze de Hevserokên Giştî yên BDP'ê Gultan Kişanak, Selahattin Demirtaş, Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk, Ahmet Turk, parlamenterên BDP'ê endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclîsên şaredariyan û şaredarên BDP'î, nûnerên KESK, DÎSK, Yekîtiya Baroyên Tirk, MAZLUMDER, Odeya Tabînên Tirk, Rêveberên Giştî yên ÎHD'ê û saziyên sivîl ên civakî, li ser navê Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi nûnertiya Mesut Barzan Azad Goyî jî di nav de bi hezaran kes amade bûn.

Turk: Ev ne komkujî ye hovîtî ye

Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk axivî û diyar kir ku ev komkujî hovîtî ye û wiha got: "Ev komkujiyek hoven ye. Dixwazin gelê kurd bê çav, bê guh û bê ziman bihêlin û parçe bikin. Lê bila Erdogan û hemû cîhan zanibe ku gelê kurd êdî pzrçe nabe û dê têkoşîna xwe ji berê xurttir bikin.”

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş jî anî ziman ku ev komkujî bi plankiri pêk hatiye û wiha got: "Ev komkujiyek bi zanebûn û plankirî pêk hatiye. Divê êdî tiştekî wisa neyê kirin. Em vê yekê qebûl nakin.”

Helwesta çapemeniya tirk qet nayê qebûl kirin. Çapemeniya tirk Ger ku dibêjin êşa me tevan çima li hemberhî wê bêdeng dibînin. Çapemeniya tirk ser bûyerê veşart. Demîrtaş jî medya tirk rexne kir û wiha got: "Medyaya tirk bi hêzek mezin ev bûyer veşart û ser wê nuxamt. Ger ku em di êşek bi vî rengî de nebin yek, wê demê ji niha de cudakariyê dest pê kiriye."

Ev welat we ji hev qetand. Demîrtaş diyar kir ku her tişt li holê ye, divê berpirs werin darizandin û derbarê helwesta hikûmetê de wiha got: "Darizandin li aliyekî Serokwezîr êşa gel jî parve nake. We ev welat parçe kir. Yên 50 hezar car van axan bombe baran dikin, yên 50 hezar car tevkujiyan pêk tînin bila bizanibin ku navê vê derê Kurdistan e, navê vî gelî Kurd e. Kes nikare vê rastiyê înkar bike."

Demirtaş çapemeniya tirk a li hember bûyerê bêdeng ma jî rexneyên tund kirin û destnîşan kir ku heta sûçdar werin mahkûmkirin ewê helwesta xwe li Tirkiyeyê û di qada navnetewî de bidomînin. Hevserokê BDP'ê Demirtaş destnîşan kir ku dixwazin bi rêya kesê nijat kurd ên di nav AKP'ê de ser tevkujiyê bigirin û bersiv da sûçbariyên Berdevkê AKP'ê Huseyîn Çelîk ku BDP bi provokatoriyê sûçbar kiribû û wiha axifî: "Di rewşa ku tevkujiyeke wisa vekirî pêk hatiye bêyî ku fedî bikin me bi provokatoriyê sûçbar dikin. Dixwazin bi tehdîtan ser tevkujiyê bigirin. Li hember van helwestan yê gavê bipaş de bavêje namerde." 'Divê em mil bidin hev' Demirtaş herwiha bibîr xist ku şahidên buyerê dîtine ku du zarok ê qurbana tevkujiyê destê hev girtine û wisa jiyana xwe ji dest dane û ev peyam da: "Cenazeyên wan di rewşeke ku destê hev girtine de hatin dîtin. Ev ji bo me tevan peyamek e. Heger cenazeyan destê hev girtibe, divê em yên zindî jî destê hev bigirin û heta li ser van axan bi rengekî azad em bijîn emê têkoşîna xwe bidomînin." Piştî axaftinên hatin kirin girse ji goristanê veqetiye.
Top