Mesrûr Barzanî: Êrîş Bo Ser Welatiyên Medenî Yên Şernaxê Mehkûm Dikin
Mixabên di wan rojên dawîn yên sala zayînî de xelkê sivîl û bêdesthilat ya Devera Şernaxê rastî êrîşeke nerewa hatiye û di roja 29.12.2011an de di encama bordiman kirina welatiyên dû Gundên Deverê ji aliyê balefirên şer yên Tirkiyeyê ve zêdetirî ji 37 welatiyên medenî Şehîd û nêzî 15 welatiyên din jî heta niha wendane.
Ti hencet anjî ti pasawek bo vê êrîşa han nayê pejrandin û em bi tundî ev êrîşa han mehkûm û şermezar dikin.
Her bi vê minasebeta han hevxwemiya xwe pêşkêşî kesûkarên qurbaniyan dikim û hêvî dikim ev xema wan ya dawî be.
Do roja me ya îroyê de pêwîste çek û tundûtîjî were rawestandin û dengê aştî, bihevre jiyan û hevûdû qebûl kirinê were bilindkirin, jiber tenê bi vê rêya han Gelê Deverê dikarin ber bi paşerojeke baş ve biçin.
Hêvî dikim di demeke nêz de bibin şahêdê zal bûna dengê aştî û danûstandinê li ser dengê çek û gefan.
Mesrûr Barzanî
30.12.2011