Nêçîrvan Barzanî persenameyek Pêşkêşî Kesûkarên Qurbaniyên Qilebanê Kir
Nav hatî di vê daxuyaniya han de jibilî pêşkêş kirina perse û serxweşiyên xwe bo kesûkarên qurbaniyên vê bûyera han hevdem ev bûyer û bûyerên din weke vê bi encam û berhema şerek bêfêde wesif kiriye.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ya daxuyaniya xwe de hevxemiya xwe pêşkêşî kesûkarên qurbaniyan kiriye û nivîsandiye ku, ev bûyera han careke din ev yek îsbat kir ku, pêwîste aştî û aramî li Deverê zal bibe û tevahiya kêşeyên heyî bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.