• Thursday, 02 May 2024
logo

Li Hewlêr û Silêmaniyê jî komkujiya Şirnexê hat şermezarkirin

Gulan Media December 31, 2011 Nûçe
Li Hewlêr û Silêmaniyê jî komkujiya Şirnexê hat şermezarkirin
Li Herêma Kurdistanê bajarên Hewlêr û Silêmaniyê jî, komkujiya gundê Roboskî yê Şirnexê ya Kurdistana Tirkiyê hat şermezarkirin. Li Hewlêrê alozî derket.

Kuştina 35 gundiyên sivîl li Kurdistana Tirkiyê ji aliyê balafirên şerî yên wî welatî ve, li Hewlêr û Silêmaniyê jî hat şermezarkirin.

Li Hewlêrê, nêzîkî hezar û 500 kes li ber parka Şaneder kom bûn û bi gotina sloganan, komkujiya gundê Robsokî yê Şirnexê şermezar kirin.

Li bara xwepêşandanê de, rêveberê polîsê Hewlêrê, Ebdulxaliq Telet got, di dawiya xwepêşandanê de, hinek kesan xwestin êrişî cihên giştî bikin, lê hêzên ewlehiyê rê nedan wan û rewş hat kontrolkirin.

Li bajarê Silêmaniyê jî, komkujiya Şirnexê hat şermezarkirin. Komek welatî li kolana Salim a bajêr civiyan û ber bi parka Azadî ve meşiyan û sloganên dijî hikûmeta Tirkiyê avêtin.

Yek ji sazmankarên xwepêşandanê, Rehman Xerîbgot, di xwepêşandanê de, hat gotin ku ne tenê Tirkiye li hember vê bûyerê, berpirs e, lê hemû welatên ku hevbendê wê ne jî berpirsê vê komkujiyê ne.

Xerî, diyar kir, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, hewl bide pêşiya komkujiyên wiha bigire.

AKnews
Top