Serokayetiya Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember rûdawên bajarê Şirnaxê derbirî
Li tixûb û sînorê parêzgeha Şirnaxê û bi sedema bombebarana balafirên cengiyên Tirkiyê hejmarek welatiyên sîvîlên Kurd bûne qurbanî.
Em di demek de dilgiraniya xwe li hember wê bûyera diltezîn radigihînin û heman demî de tekez li ser helwêstên xwe dikîn ku çend zutir rewş bi rêya aştî û siyasî bête çareserkirin baştire ji bo ku êdî xelkê sivîl û medenî rastî wê ziyana ku rûdayî nebin. Ji ber wê careke din daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyê û PKK dikîn çareseriya vê rewşê de rêya guftûgo û diyalogê hilbijêrin, ji ber ku tu pirsgirêkek bi şer nayê çareser kirin.
Her bi wê helkefta diltezîn sersaxiyên xwe pêşkêşî kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê dikîn û ji xwedayê mezin jî hêvîdarîn ku cihê qurbaniyan bihûşta xwe ya fireh şad bike.
Berdevkek bi navê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
29.12.2011