• Thursday, 02 May 2024
logo

TSK: Herêma ji aliyê PKK’ê ve tê bikar anîn

Gulan Media December 29, 2011 Nûçe
TSK: Herêma ji aliyê PKK’ê ve tê bikar anîn
Hêzên Çekdar ên artêşa tirk, der heqê komkujiya li gundê Roboskiya navça Qilabana Şirnexê de daxuyanî da û got; dîmen ji aliyê balefirên bêyî mirov ve hatiye girtin. Ew herêm ji aliyê PKK'ê ve tê bikar anîn. Lewma lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.

Hêzên Çekdarî yên Artêşa Tirk (TSK), li ser operasyona dersînor daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Li gorî biryara ji aliyê meclîsê ve hatiye girtin û rayeya vê 17'ê cotmeha 2007'an ji me re hatiye dayîn, herî dawî jî ji bo salekê hatiye dirêjkirin operasyon û tevgera hewayî ya ser sînor berdewam dike. Rêveberên PKK'ê fermana çalakiyê dane. Lewma ew herêm jî ji aliyê PKK'ê ve tê bikar anîn. Li gorî îstîxbarata gihîştî ber destê me li ser sînor tevgereke zêde heye û li dijî baregehên me dê êrîş pêk hatiba. Lewma me jî fermandariyên xwe yên ser sînor ji bo tedbîra ewlehiyê ew hişyar kirin."

Daxuyaniyeke sosret: Herêm ji aliyê PKK'ê ve tê bikar anîn

Di daxuyaniyê de hat gotin; "28'ê kanûnê saet; di 18.39'an de li ser sînorê Herêma Kurdistanê ji aliyê balefirên bêyî mirov ve tevgereke zêde hatiye tespîtkirin. Ew herêm ji aliyê PKK'ê ve tê bikar anîn. Dema ku tevger tê tespîtkirin, hêzên me yên hewayî herêmê bombebaran dikin. Bombebaran di navbera saetên; 21.37-22.24'an de pêk tê. Cihê ku bûyer lê qewimî ye wargehên rêxistinê ye û herêma sînor a xeta Heftenîn û Sinehtê ye."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku derheqê bûyerê de lêpirsîna edlî û îdarî ya hatî dest pê kirin berdewam dike.
Top