BDP'ê 3 roj şînî îlan kir
Balafirên şer ên F-16 nîvê şevê gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê bombebaran kirin. Di bomberana balafirên şer de 35 welatiyên ku temenê wan di nava 17 û 20 salan de jiyana xwe ji dest dan.
Gelek cenaze jî hêj nehatine dîtin. Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, têkildarî komkujiya li Qilabanê de diyar kir ku BDP'ê ji bo vê komkujiyê şermezar bikin û êşa malbatan parve bikin 3 rojan şînê îlan dikin.
Ji aliyekî din ve fermandarê artêşa Tirkiyê jî, di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku balefirên şer yê artêşa Tirkiya ev êrîş kirine.
Her weha di seri de AMED,MÊRSÎN, Û GEVERÊ li gelek deveran çalakiyên protestoyî tên lidarxistin