Li Qilabanê balefirên şer sivîl bombebaran kirin: 35 mirî
Şevê din 4 balafirên F-16 ên şer ji Amedê rabûn û welatiyên sivîl bombebaran kirin. Welatiyên herêmê diyar kirin ku hêjmara kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 35'an û hêjmara miriyan zêde dibe. Welatiyan, destnîşan kir ku kesên jiyana xwe ji dest dan piraniya wan temenê wan di navbera 15 û 30 salî de ye.
Kesên navê wan diyar bûn wiha ne: Ozcan Uysal, Nevzat Encu, Şervan Encu, Osman Kaplan, M. Alî Tosun, Nadîr Almak, Salih Encu, Yuksel Urek, Salih Urek, Ferhat Encu, Adem Ant, Hamza Encu, Cemal Encu, Bedran Encu, Huseyin Encu, Serhat Encu, Aslan Encu, Şivan Encu û Celal Encu.