Burkay: Ez xelata Ataturk nagirim
Roja duşema borî endamê Saziya Bilind a Ziman, Çand û Dîrokê ya Ataturk, Mumtazer Turkone daxuyand ku wê xelata îsal bidin Kemal Burkay. Derbarê vê daxuyaniyê de Kemal Burkay bersiva Rûdawê da û got heta niha ji saziyekê dewletê ti agahî û pêşniyar derbarê vê xelatê de negihana destê wî. Burkay da zanîn ku ew ji çapemeniyê bi vê xelatê hesiyaye û got, “Xebereke wisa min jî duh bihîst. Duh li rê bûm. Bi resmî pêşniyarek ne hatiye ji bo min ku cîddî bigrim, li ser bisekinim, ji bo çapemeniyê daxuyaniyekê derînim.“
Burkay destnîsan kir ku ti rayedarekî dewletê derbarê xelatê de pê re neaxivîe û jê re pêsniyar nekirine. Burkay wiha got: “Lê disa jî ew xelata hanê li ser navê Atatirk ne li gorî min e. Ez ne li benda xelateke bi vî awayî me, bixwazin bidin jî ez nagrim.“
Kevneserokê Kongreya Afrikaya Basûr Nelson Mandela jî di sala 1992’ê de bi mebesta ku Tirkiye li dijî Kurdan zilmê dike, ev xelat red kiribû.
Rudaw