• Saturday, 30 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek da êrîşa terorîstiya roja înê ya li welatê Norwêç bi tundî şermezar kir

Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek da êrîşa terorîstiya roja înê ya li welatê Norwêç bi tundî şermezar kir
Birêz Yens Stoltenbêrg

Serok Wezîrê Şahnişîna Norwêç


Em ji Herêma Kurdistana Iraqê, bi navê xwe û gel û Hikûmeta Herêmê, ji kurahiya dil ve hevxemî û diltengiya xwe ji bo we derdibrîn û vê êrîşa terorîstî bi tundî şermezar dikîn.

Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiya xwe ji bo weyên birêz û li rê ya we jî ji bo kesukarê qurbaniyên vê kiryara dirindane dişînîn û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazîn. Hêvîdarîn eve karesat û nexweşiya we ya dawiya gel û welatê we bû ku rûbirû dibin.

Dûbare hevxemiya xwe ya dostane ji bo gelê Norwêç radigihînîn û em bawerin ev demokrasî û pêkve jiyana ku bingeha welatê we ye, li ber her metirsî û êrîşek da herdem xweragir dibê.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

24/07/2011
Top