• Saturday, 30 November 2024
logo

4 leşker hatin kuştin û rêya Şernexê û Sêrtê jî hat qutkirin û operasyon dijwartirbûn

4 leşker hatin kuştin û rêya Şernexê û Sêrtê jî hat qutkirin û operasyon dijwartirbûn
HGP’ê ragihand ku di operasyonên li Dêrsimê de ku zêdeyî 20 roj in didomin 4 leşkerên Tirk hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. Û duhî HPG destdana ser rêya di navbera Sêrtê û Şesnexê û kontirola nasnameyan kirin.

Der barê operasyonên li Dêrsimê de didomin de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (NRÇ-HPG) daxwiyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku di operoyonan de 4 leşkerên Tirk mirine, gelek leşker jî birîndar bûne.

Li aliyekî din Piştî şeva berê gerîlayên HPG’ê li ser rêgeha riya reş a Şirnex û Sêrtê pişkinîn û kintrola nasnameya kirin, operasyona ji aliyê leşkerên Tirkan ve hatiye dest pê kirin û her diçe berfirehtir dibe. Li deverên çiyayên Herekol, Gabar û Çiravê ku dikeve nav herêma Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve operasyona leşkerî hat destpêkirin.

Piştî nêzî gundê Memirayê ya navçeya Dihê ya Sêrtê li ser rêgeha Sêrt-Şirnexê gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) nasname kintrol kirin, ji aliyê 23’emîn Fermandariya Liqa Sînor a Cendermeyan a li Şirnexê ve operasyona leşkerî hat destpêkirin.

Li deverên ‘Damlarca’, ‘Seslîce’, ‘Alkemer’ û ‘Yagızoymak’ ku li herêma ku çiyayên Gabar û Çiravê xwe digihînin hev dikevin, seranserê şeva berê helîkoptêrên Sikorsky komondoyên taybet perwerdekirî û leşkerên kumgewez hatin veguhestin. Hat zanîn ku li hinek girên stratejîk ên li van deveran yekîneyên artêşa Tirk hatine bi cih kirin.

ANF
Top