• Saturday, 30 November 2024
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 27 bendavan avadike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 27 bendavan avadike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekîd kir ku di heyameke nêzîk de dê Herêma Kurdistanê bibe xwediyê 27 bendavan.

Birêveberê Giştî yê di Wezareta Çandiniyê Alî Reşîd, îro, daxuyand ku di kabîneya 5 û 6ê ya hikûmeta herêmê 2 bendav (Baweşasiwar û Hemamûk) hatine avakirin, niha jî 14 bendavên din jî tên avakirin.

Reşîd xuya kir ku îsal dê 11 bendavên ji koma 28 bendavên ku wezaretê plan ji bo wan daniye, dê bêne avakirin û wiha pê de çû:

“Di heyameke nêzîk de, Herêma Kurdistanê dê bibe xwediyê 27 bendavan, armanca sereke ji avakirina wan bendavan, pêşxistina warê çandiniyê, zêdekirina ava bin erdê, parastina jîngeha herêmê û pêşxistina warê geştyariyê ye.”

Reşîd bal kişand ku ew 28 bendavên ku plan ji bo wan hatiye danîn, 13 li parêzgeha Hewlêrê, 6 li Silêmaniyê, 5 li Germiyanê û 5 li Duhokê ne.

AKnews
Top