Ocelan: Jê pê de serhildan e, eger gavên çareseriyê hatin havêtin çek jî namîne
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî û bi rêya parêzerên xwe derbarê hevdîtina 18ê Gulane ya li Îmraliyê de agahiyên girîng dan. Li gor Ajansa, Ocalan destnîşan kir ku beriya 15ê Hezîranê dê cara dawîn bi heyetê re hevdîtinê bike û eger ji hikûmetê sînyala kesk pêkeve dê şerê bi çekê ji dewrê derkeve. Ocalan, hişyarî da û got: “Jê pê de serhildan e. Her tişt dibe ku bibe. Erdogan tercîha xwe ne ji aliyê Ozal ji Çillerê dike.''
Ocalan, bal kişand ser windahiyên HPGê yên vê dawiyê û wiha axifî: “Eger windahiyên gerîla yên vê dawiyê ji tarzê gerîlatiya kevin diqewime ev kêmasiya wan e. Ji Dêrsimê, beriya wê li Amanosê ji kuştinên bi giştî tê fêmkirin ku pêvajoya îmhaya giştî ye. Weke Çandar jî dibêje pêvajoya 15ê Hezîranê dest pê kiriye.'' Ocalan, bal kişand ser salvegera 18ê Gulanê û wiha axivî: “Îro (18 Gulan) şehadeta Hakî Karer, Çaran û Kaypakkaya ye. Di 6ê Gulanê de Denîz hatibûn îdamkirin. Ez berê li ser vê mijarê sekinîbûm. Em bîranînên wan didin jiyandin.''
Rûdaw