34 kes di îniya azadî de li Sûriya hatin kuştin, kurd jî bi cûş beşdarî wê xwenîşandanê bûn
Li bajarên kurdan mina Qamişlû û Amodê û Serêkaniyê û Dirbesyê û Efrînê xwenişandan hatin li darxistin di xwenîşandanan de silovanên Azadî dihatin gotin, xwenîşandan himinane bi dawî hatin, tê zanîn ev car beşdariya kurdan di xwenîşandanan de ji carên berê bihêztir û bicûştir bû.
Di heman roj û dem de û piştînimêja înî li piraniya bajarên Sûriya serbarî fişarên ewlehiya sûrî xwenîşandan hatin li darxistin, li bajarên Şam, Hims, Hema, Dêrezor, Idilb, Baniyas, Suwda, û hind bajarên din kombunên gel pêkhatin û silovanên azadî û dijî sistema Bes û Beşar Esed hatin gotin, di xwenîşandana pêtir ji 34 kesan hatin kuştin ji wana 15 kes li Merenaman û 12 kes li himsê hatin kuştin û li hin cihên din jî kuştî hebûn.