• Saturday, 30 November 2024
logo

Emrîka Beşar esed û şeş rayedarên Sûriya sizadide

Emrîka Beşar esed û şeş rayedarên Sûriya sizadide
Wezareta Xizîneyê ya DYE’yê ragihand ku Serokê DYE’ê Barrak Obama biryara pêkanîna danekirinan li ser Serokdewletê Sûriye Beşar el Esad û 6 rayedarên din daye.

Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Xizîneyê ya DYE’yê hat dayîn de, ragihand ku biryara danekirinê ji ber tundiya li dijî xwepêşadanên li Sûriyeyê hatiye girtin.

Ligel 7 radeyarên Sûriyeyê, derbarê 2 rayedarên Îranî de jî biryara danekirinê da.

Di çaroveya biryarê de ligel navê Esad, Alîkarê Serokdewlet Farûq el Şara, Serwezîr Adil Safar, Wezîrê Navxweyî Mumhemed Îbrahîm el Şaar, Wezîrê Parastinê Elî Hebîb, Şevê Sîxûrî-Leşkerî Abdulfettah Kudsiya û Şefê Departmena Ewlekariya Siyasî Muhammed Dib Zeytûn hene.

Alîkarê Wezîrê Xizîneyê David S. Cohen derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku wê Esad û ekîba wî ji tundiya li dijî xwepêşadanên li Sûriyeê berpirs in.

Cohen bang li Esad kir ku dest ji tundiyê berde û dest bi reforman bike.

ANF
Top