Kurdên Rojava ropelên xwe li ser facebookê yekdixin û "Eynîya Azadî" radigehînin
Di beyannameyekê de ku li ser ropelên kurdî hat belavkirin de hatiye ku hebûna hejmarek zor ji ropelên kurd, hêz û hemahengiya di navbera ciwanên kurd de kêmdike, lewra ew biryar didin ku ropelên xwe bigrin û hemû beşdarî yek ropel bibin ku ew jî ropela "Şoreşa Ciwanên Kurd" de.
Ji aliyekî din ve ropelên Sûriyê piştevaniya xwe bo ciwanên kurd nîşandan û ew jî tevî ropelên kurdan bûn ku nav li eyniya bê bikin "Eyniya Azadî".