• Saturday, 30 November 2024
logo

Hejmara kuştiyên Tilkilixa Sûrê gehişt 27 kesan û cîhan wê biryarên nû bide

Hejmara kuştiyên Tilkilixa Sûrê gehişt 27 kesan û cîhan wê biryarên nû bide
Dezgehên ragehandinê didin xuyakirin ku hejmara kuştiyên ji aliyê artêşa Sûrî ve li Tilkilixê ya seb bi Himsê ve gehişte 27 kesan, berdewam xelik ber bi Libnanê direve, opozisyon jî ji bo berhengarbûna rijêma Esed daxwaa mangirtinên tevgir dike.

Hat ragehandin ku hejmarek laşeyan di nexweşxana serekî ya Tilkilixê ve mane û rijêma Sûrê nade xudiyê wan.

Ji aliyekê din ve ragehandina dewleta Surî xuyakir ku Efserek û çiwar polîs li Tilkilixê hatine kuştin.

Ji bal xweve weke berhengarî Opozisyona Sûrî biryara mangirtina giştî ji bo îro dane, ev biryar jî ji hemû ciyan digire û ya tevgire, rêkxirawa Erebbî ya mafê mirov binpêkirina mafê mirov li Sûriyayê pirotestokir.

Li Derayê jî xelkê du gorên bikom xuyakirin ku 26 laşe têdanê lê deshelata Sûrî înkara hebûna gorên Bikom dike.

Rojnama Ingilîz Times bi sernivîsa"Navê di rêde Esed e?"balê dikşîne ser komkujî û binpêkirina mafê mirovan li Sûriyê dibin û dide diyarkirin ku Dadgeha Navnetewî a Tawana xwe amade dike jibo Esed biryarekê bide. Di rojnameyê de, cîgerê berpirsê hêzên Îngilîz Nick Harvey dîtina xwe ser fermandayîna girtina Esed anî ziman û got"Gomanek mezine ku fermana girtina wî were dayîn."
Top