• Saturday, 30 November 2024
logo

Barzanî daxwaz ji aliyên siysiyên kurdistanê dike bê merc gengeşê bikin

Barzanî daxwaz ji aliyên siysiyên kurdistanê dike bê merc gengeşê bikin
Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji aliyê siyasiyên Kurdistanê dike ku vegerin li ser mêzeya guftûgo û diyaloga bê merc

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Her li destpêka vê pêvajoya ne tendirûstiya ku tuşî pêwendiya di navbera aliyê siyasiyên Kurdistanê bû, li gor me wiha bû ku bi diyalog û danustandin û pêkve runiştin yekem çareserkirina her pirs û giriftane û ji bo vê mebestê jî li roja 10/04/2011 min peyamek pêşkêşî wan aliyan kir û min daxwaz ji wan kir ku li berçavgirtina berjewendiya bilinda gelê Kurdistanê li ser guftûgo û diyaloga di navbera xwe de berdewam bibin ji bo gihiştina peymanek ku li çarçêweya yasa û şer'iyetê da bê.

Niha jî piştî wan çendîn civînên minên li gel hejmarek siyasetmedar û nûnerên navend û malbendên ronakbîrî û civakî û çîn û tuwêjê cûda cûdayên civakê min bi başî zanî ku carekî din daxwaz ji hemû aliyê siyasiyan bikim ku vegerin li ser mêzeya guftûgo û diyaloga bê merc û li nêrîna hestkirin bi berpirsiyariya dîrokiya xwe reftar bikin û rûpeleke nû li pêwendiya di navbera xwe de hilbidin û bi hevkariya hevdû bikin ku bigihin çareseriyeke guncaw ji bo wan pirs û gîr û giriftên ku hene.


Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

17/05/2011
Top