Barzanî: welatên xwedî sîstema federalî karîne li ser pirsgirêkên xwe zal bibin
Li destpêka hevdîtinê de, Şêx Şe'lan El Kireym balkişand li ser pêwendiya dîrokiya di navbera runiştvanên parêzgeha Selahedîn û qezaya Samera û Herêma Kurdistanê, tekez li ser pêwîstiya pêşxistina wan pêwendiyan kir û behsa federaliyeta Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku peyrewkirina wê sîstemê serkeftinekî mezin li Herêma Kurdistanê bi dest anî û runiştvanên parêzgeha Selahedînê jî li benda wê yekê ne ku peyrewa wê sîstemê bikin û li vir da jî pêwîstiya wan bi piştgîriya Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê heye.
Şêx Şe'lan El Kireym wan pirsgirêk û giriftan jî xiste rû ku parêzgeha Selahedîn bi destê wan ve dinalê û li vî warî de balkişand li ser wê siyaseta piştguh xistinê ku li beramber parêzgeha Selahedîn da tê peyrew kirin û behsa rola Serok Barzanî ya li çareserkirina pirsên Iraqê kir û piyadekirina siyaseta aştivaniya nîştimanî ku bûye sedema wê yekê hemû xelkê Kurdistanê li dewruberê serkirdayetiya xwe kombibin û vê serkeftinê bi dest bînin ku îro dibînîn.
Serok Barzanî li gel bi xêrhatina şanda mîhvan, tekez li ser pêwendiya dîrokiya di navbera her du aliyan kir û li vî warî de balkişand li ser helwesta neyîniyên hinek kesayetiyên siyasî û leşkeriyê parêzgeha Selahedîn û qezaya Samera ya li şoreşa eylûlê da kir.
Sebaret bi peyrewkirina sîstema federaliyê jî li parêzgeha Selahedînê da, Serok Barzanî ronahîkir ku ew welatên peyrewa sîstema federaliyetê kirine karîne li ser pirsên xwe zal bibin, hebûna çend Herêmeke federalî li berjewendiya navendê daye neku bi berevajiya wê, lê belê hinek xelk heta niha bi şaşî li çemka federaliyetê têdigihin ku ne wiha ye.
Ji bo wê yekê ev daxwaza parêzgeha Selahedîn daxwazeke rewaye û destûra Iraqê jî wê mafê daye hemû parêzgehan û li vî warî de jî em bi hemû şiyanên xwe ve piştgîriyê lê dikîn û hewl jî didîn pirs û gîr û giriftên wan parêzgehan jî bi awayeke yasayî bêne çareserkirin.