Barzanî bizava ji bo çareserkirina pirsa postên Ewlehiyê li Iraqê dike
Serokê Hevpeymaniya Kurdistanê got, “Tê çaverêkirina di van nêzîkan de serokê herêm û rêberên Iraqê bo çareserkirina vê pirsê li hev bicivin. Lê dema vê civînê hêj nehatiye diyarkirin.”
Tevî ku hemû hêzên siyasî li hev kirine ku wezîrê navxwe ji Hevpeymaniya Niştîmanî û wezîrê bergiriyê jî ji Lîsteya el-Iraqiyeyê re bê dayîn, herdu lîste jî bi hinceta “jêhatî nînin”, namzedê hev red dikin.
Lîsteya el-Iraqiyeyê dide xuyakirin wan 2 namzedên bo wezareta bergiriyê pêşkêşî el-Malikî kiriye û el-Malikî li şûna wan herdu namzedan kesekî din namzed bike, ew qebûl nakin û di parlamentoyê de jî deng nadin wî namzedî.
Tê ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Nurî el-Malikî her yek ji Sadûn Dilêmî bo wezareta bergiriyê, Tofîq Yasirî bo wezareta navxwe û Riyaz Xerîb jî bo wezareta ewlekariya niştîmanî namzed kiriye.
Aknews