• Saturday, 30 November 2024
logo

Hikûmeta herêmê dê ferqiya meaşên heft salan bo karmendên Silêmaniyê bide

Hikûmeta herêmê dê ferqiya meaşên heft salan bo karmendên Silêmaniyê bide
Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku hikûmeta herêma Kurdistanê dê ferqiya meaşên heft salan yên karmendên hikûmetê yên îdareya berê ya Silêmaniyê di nava 12 salan de bi awayekî qiste bide.

Îro berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi çapemeniyê got: Piştî şêwirînê bi wezareta darayî re, hikûmeta herêma Kurdistanê biryar da ku ferqiya meaşên heft salan yên karmendên hikûmetaê, îdareya berê ya Silîmaniyê, ji 01.01.2004 heta 31.12.2010ê di nava 12 mehan de bi teqsîd bide. Ev biryara hikûmetê dê di tîrmeha îsal 2011ê de dest pê bike.

Salih di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku her biryareke di berjewendî û xêra hevwelatiyan de be, hikûmet weke wezîfeya xwe dibîne ku wa biryara cîbicî bike.
Top