• Saturday, 30 November 2024
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Elmanya Federal kir

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Elmanya Federal kir
Îro yekşem 15/05/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî Elmanya Federal kir ku ji xanim Yuta Tisapf Endam Parlemena Elmanya li ser Lîsta Partiya Sosyal Demokrat û dakokîkara mafê Kurd û birêz Volfgang Tîfnzê Wezîrê Berê yê Hikûmeta Elmanya û Endamê Komîteya Aborî Elmaniya û her wiha Konsolê Giştî ya wî welatî li Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsan pêkhatibû.

Li hevdîtinê de ku Berpirsê Fermangehê Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûnerê Hikûmeta Herêm li Elmanya amade bûn, Xanim Yuta Tisapf xweşhaliya xwe bê vê serdana Herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser wan guhertinên erêniyên li hemû waran de li Herêmê hatine holê û ragihand ku wekî hemwelatiyeke Elmanî ketiye bin bandora wan guhertinan ku eve jî wiha lê dike hewla xurtkirina pêwendiyên welatê xwe li gel Herêmê da bide û behsa rewşa aramiya Herêmê kir û pîrozbahiyê jî li gelê Kurdistanê kir ku li demeke kurt da karîne wan hemû destkeftan bi dest bînin ku eve jî nîşana wê yekê ye ku daxwazeke bi hêz li cem serkirdayetiya Kurdistanê ve ji bo avadankirin û pêşxistina Herêmê heye.

Birêz Volfgang Tîfnizêş behsa rewşa rastiya îro ya Kurdistanê kir û tekez li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku serkeftineke mezin li Herêma Kurdistanê hatiye holê û helbet xwediyê vê serkeftine jî Serok Barzanî ye û li vê serdana min a Herêmê gihiştim wê baweriyê ku belê li nav Iraqê da cudahiyeke mezin heye û Kurdistan jî bi heq mînakeke pêşketiye.

Serok Barzanî behsa rola xanim Yuta Tisapf kir û ragihand ku me pêwendiyeke ji mêjve heye, li demek da ku rewşa me bi vî awayî nebû û li jiyaneke sext da dijiyan we alîkariya me kir. Ji bo wê yekê bi navê gelê Kurdistanê ve spasiya we dikim. Ew gelê ku dixwaze pêwendiyeke xurt li gel welatê Elmanya da hebê, bi taybetî li ruyê piştgirîdana kompanyayên Elmanya bo ku rola xwe li avadankirina Herêm û warên tendirustî û gihandina lawên Kurdistanê li ruyê pîşeyiyê ve û rê û banî û çandin û pîşesaziyê ve bibînin û amadehiya Herêmê jî li pêşkêşkirina hêsankariyên pêwîst ji bo wan kompanyayan derbirî.
Top