Bizava kurdî li rojava helwîstek yekgirtî derxist
ji bo çareserkirina aloziya rewşa Sûriyê pêşkêşkirin.
Pelgeya nêrîna pêşniyar di kombûneke gelêrî de û bi amedebûna serok û perpirsiyarên tevgera niştimanî ya kurdî li Sûriyê û ji aliyê sekreterê Partiya Çep ya kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê de hate xwendin û ragihandin. Ji van (8) bendan pelge hate pêşniyarkirin:
- Divê qet zilm û zor û kuştin neyê kirin û rê li pêş xwepêşdanên aştiyane vebe û diyaloga niştimanî ya berfereh di navbera hemî aliyên siyasî û hilbijartiyên rewşenbîrî yên ku baweriya wan bi diyalogê heye de ji bo hevtêgihiştinê bibe.
- Bikaranîna hemî fermanên seroktiyê yên di derbarê rakirina cezayên awirte û dadgeh û zagonên bijartî, û berdana hemî girtiyên siyasî û nêrînê.
- Pejirandin û erêkirina kar û xabata eşkere ji hemî rêxistin û partiyên siyasî re ta ku zagoneke serdemîn ji partiyan re derdikeve.
- Nemana hemî siyaset û ferman û zagonên taybet di mafê gelê kurd de, û lezandina dayîna nasname û mafê hemwelatiyê ji yên ku ji wan hatibû stendin.
- Vexwendin ji bo kongirekî niştimanî, nivîsandina destûrekî nû ji welêt re û pêşkêşkirin wî ji gel re ji bo dengdanê, derxistina zagoneke nû ji bo hilbijartinan, vennasîn bi hemî netewe û siyaset û zimanan, berdana azadiya rojnamrgerî û ragihandinê.
- Cudakirina hersê desthilatên zagondanîn û bicihanîn û dadmendiyê, her weha xurtkirina rola dadmendiyê û serbixwebûna wê.
- Çareserkirina pirsa kurdî bi şêweyeke demoqratî di hinderê yekbûna welêt de û vennasîn bi hebûna wî di destûrê welêt de wek neteweyek sereke.
- Parastin û dawîna mafên çandî ji netewe û olên hindik re.
Li dawiya xwendina pelgeyê, hin pirs ji aliyê cemawerê beşdarbûyî de ji berpirsiyaran hatin kirin, di bersivandina pirsan de xuyakirin ku hemû partî û rêxistinên tevgera niştimanî ya kurdî li Sûriyê, Înê carekê li hev dicivin û li gor pêşketinên ku di rewşa Sûriyê de çêbibin wê biryaran bistînin.
Avêstakurd