• Saturday, 30 November 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî serkeftina şoreşa Misirê li Konsulê wî welatî pîrozkir

Nêçîrvan Barzanî serkeftina şoreşa Misirê li Konsulê wî welatî pîrozkir
Îro Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Misirê yê li Hewlêrê Siliman Osman Kir,

Di hevdîtineke de ji bilî nirxandina peyvendiyên heyî yên di navbera Komara Misirê û Kurdistanê de her wiha tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina peyvendiyên han bi taybetî di warê siyasî, abûrî, xwendina bilind, tendirostî û pîşesazî de di paşerojê da hete kirin, û hate gotin ku, di wan warên girîng de Misir dikare bi awayekî baş hevkariya Kurdistanê bike.

Her di vê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî careke din keyfxweşiya xwe a li hember vekirina Konsulusxaneya Misirê a li Hewlêrê diyar kir û ragihand ku, vekirina Konsulusxaneyê hîmaya vê yekê ye ku, her dû gel dixwazên peyvendiyên xwenî Dîrokî careke din zindî û berfire bikin.

Nêçîrvan Barzanî serkeftina Şoreşa Misirê jî li Konsulus û bi rêya Konsulusê jî li Gelê Misirê pîroz kir û hêvî xwest ku, rewşa vê welatî baştir û aramtir bibe daku, bikarêbe rola xwenî pêşeng li Deverê de bilîze.

Di berdewamiya hevdîtina xwe de Konsulusê Misirê careke din tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû welatan de kir û keyfxweşiya xwe jî li hember pêşkeftin û rewşa aram ya Kurdistanê diyar kir.

KTV
Top