Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li nivîskar û lêkolînerê Misrî Recaî Fayid kir
Di hevdîtinê de ku birêz Felakedîn Kakeyî amade bû, tevgera rewşenbîrî li Kurdistan û çawayiya pêşxistin û girîngiya çalak kirina wê tevgerê û amadekirina rewşeke guncaw ji bo wê yekê ku roleke bi bandor û rasteqîneya xwe li pêşxistin û pêşkeftina Komelgeha Kurdistanî bibînê, xistin berbas. Her wiha tekez li ser rola ragihandinê li hişyarkirin û rewşenbîrkirina wê civatê de kirin.
Her wiha guhertinên vê dawiyê ya çendîn welatên Erebî mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.