• Saturday, 30 November 2024
logo

Serokê hikûmeta Kurdistanê pêşwazî li sefîrê Urdunê yê li Îraqê kir

Gulan Media April 25, 2011 Nûçe
Serokê hikûmeta Kurdistanê pêşwazî li sefîrê Urdunê yê li Îraqê kir
Duhî 24.04.2011ê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Mihemed Teysîr sfîrê Urdunê yê li Îraqê û şandeya pê re kir.

Di dîdarekê de her du aliyan reşa emnî û siyasiya Îraqê û deverê, pêwendiyên navbera herêma Kurdistanê û Uedunê nirxandin. Serokê hikûmetê û sefîrê Urdunê tekîd li ser giringî û pêşxistina têkeliyên dualî yên di hemû waran de, bi taybetî di warê abûrî, bazirganî û sermayerazandinê de kir.

Sefîrê urdunê di dîdara bi serikê hikûmeta herêma Kurdistanê re behsa amadekariyên vekirina konsolxaneya Udunê li hewlêrê kir ku biryare di ban nêzîkan de bi merasimekê bi fermî bê vekirin.
Top